Kurdî English Deutsche Français Türkçe

Kon Kurd

Konfederasyona Komelên Kurd Li Ewropa

Dosya radestkirinê bi skandalan dagirtiye


Li Spanya, dosza radestkirina siyasetmedarên Kurd Remzi Kartal û Eyüp Doru dewam dike, dosya dozê bû skandaleke huqûqê.


Di dosyayê de axaftinên Kartal yên dema parlementerê DEP bû weke delîl hatine nîşandan.

Hate zanîn, ku dosyaya ku rayedarên Tirk derbarê radestkirina Kartal û Doru de dane rayedarên Spanyayî, ji bilî xebatên siyasî ti tiştê din tê de nîne.

Di dosyayê de behsa xebatên Kartal yên sala 1995an dema di parlementoya Kurdisatnê ya Derveyî Welêt de bû, cîh digrin.

Axaftinên ku Kartal li gelek cihan kirîne weke delîl hatine nîşandan.

Bi taybetî axaftinên Kartal yên 1'ê Çileya sala 1995an li İPC kirîn û li gorî qanûna Dewleta Tirk weke suc tên hesibandin, hatine rêz kirine.

Bi vê yekê tê xwestin ku danûstandinên ji bo girtina Kartal bên destpêkirin.

Wekî din. dosyaya ku 1. dadgeha cezayê giran a Enqerê ji bo danûstandinên girtina Kartal amade kirî jî cîh dide xebatên Kartal yên di parlementoya Kurdistanê ya li derveyî welêt û yên di nava kongreya neteweyî ya Kurdistanê KNK de ji bo radestkirinê weke suc tên destnîşankirin.

Wekî din, eger ev weke suc bên dîtin, qanûn ji bo dadgehkirina van sucan jî tên rêzkirin.

Li aliyê din, biryara desteya wezîrên Spanyaê ya dewamkirina doza radestkirina Kartal û Doru ji aliyê Kurdên li Ewrûpayê ve tê şermezar kirin.

Bi vê armancê Kurdên li paytexta Firansayê Parîsê dijîn, wê sibe saet di 14.00an de li ber sefareta Spanya mîtîngekê li dar bixin.

Li bajarê Elmanya Sttutgart jî, Kurdistanî wê ji Banhofê heta ber sefareta Spanya bimeşin.