Kurdî English Deutsche Français Türkçe

Kon Kurd

Konfederasyona Komelên Kurd Li Ewropa

Devleta Spanyayê şermezar kirin


Li bajarê Elmanya Stuttgart ê bi mebesta biryara dewleta Spanî ya derbarê siyasetmedarên kurd Remzî Kartal û Eyyub Duru de hatî dayîn ji bo radestkirina wan a Tirkiyeyê, meşek protestoyî hate li darxistin.


Meş ji aliyê Komeleya Çand û Hunera Kurd a Mezopotamya yê ve hate organîzekirin. Meşa ji bo şermezarkirina biryara dewleta Îspanî pêr saet 17:00’an de li Buss Bahnhof a Stuttgartê bi tevlîbuna sedan kesî dest pê kir. Meşa şermezarkirinê de girseyê pankerta li ser nivîsa; "Stop Spanya,Tirkiye xwest dewleta Spanî pêk anî" hate hildan û her wiha bi dehan dowîzên li ser nivîsen cur be cur ku biryarê şermezar dikin ji aliyê beşdarên çalakiyê ve hatin hildan. Dîsa gelek wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî hatin hilgirtin. Di meşê de bi hezaran belavokên ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên Elmanya (YEK-KOM)’ê derbarê mijarê de amadekirin hatin belav kirin. Meş tevî baran û teyroka dijwar de pêk hat dîsa jî bi eleqêyek mezin hate pêşwazîkirin. Di meşê de gelek drûşmên wekî, "Terorîst Turkey", "Destê dirêjî siyasetmedarên kurd bibe wê werê şikandin", "Stop stop Spanya" û hwd hatin qêrîn. Meşê heta ber balyozxanêya Spanyayê berdewam kir. Dosyaya ji aliyê YEK-KOM’ê ve hate amadekirin radestî peyvirdêre balyozxaneyê hate kirin. Çalakî bi xwendina belavoka YEK-KOM’ê ji aliyê Serdar Erdogan ve bi encam bû.