‘Cejnê bi coş pîroz bikin’
Konseya Rêvebir a KNK’ê li ser pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got ku ji niha ve amadekariya pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî bikin.
Cejna Zimanê Kurdî ji îsal pê ve dê sê rojan bê pîrozkirin. 14-15-16’ê gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Di rojên 14 -15 - 16’ê gulanê de bi axaftin, şahî, resepsiyon, semîner, konferans û kombûnan dê bên pîrozkirin. 14’ê gulanê wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî di sala 2006’an de bi biryara KNK’ê hate qebûl û îlankirin. Cara ewil 14’ê gulana 2007’an li seranserê Kurdistanê û dîasporayê hate pîrozkirin û ev adet di 14-15’ê gulana 2008’an de jî bi "Konferansa Zimanê Kurdî ya li Berlînê" dom kir.
Astengî ji bo ziman didomin
Ji bo pîrozbahiyên ‘Cejna Zimanê Kurdî’ Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyekê bang li gelê kurd û Kurdistanê, hemû dezgeh û rêxistinên kurd û Kurdistanê kir ku ji niha ve amadekariyên Cejna Zimanê Kurdî bikin. Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku zimanê kurdî digel neteweya kurd, di nav mexdûriyeta cîhanê de li rêza serî ye û hê jî di ber qedexeyan dikeve û zordestiya li ser zimanê kurdî bi hemû reng û metodan didome. Di daxuyaniyê de wiha hatiye ragihandin: "KNK gaziya neteweyî digihîne xelkê xwe ku li dijî bêdadiya dewleta tirk û her wiha dewletên Îran û Sûriyeyê ya ku bi serê zimanê kurdî tînin, têkoşîna xwe bilind û xurtir bikin. Bila ev rojên Cejna Zimanê Kurdî bibine zemînê têkoşîna antî asîmîlasyonîst û antî kolonyalîst. KNK di wê baweriyê de ye ku qonaxa îro ya têkoşîna neteweyî tê de, wezîfeyeke neteweyî li ser milê her kurdî ferz dike ku alaya dengî ya neteweyê kurd, ango zimanê kurdî, hakimî jiyana xwe bikin û bi dewletên dagirker û asîmîlasyonîst bidine qebûlkirin. KNK hêvî dike ku Cejna Zimanê Kurdî di van her sê rojan de, li seranserê Kurdistanê, li meydanên dîasporayê û hemû derên ku kurd lê dijîn, bi coş û heyecaneke mezin bê pîrozkirin."
Têkoşîna ziman bilindtir bikin
Di daxuyaniyê de tê gotin ku yek ji armancên bizava neteweyî ya xelkê kurd ew e ku zimanê kurdî ji vê rewşa bêhnçikêr xilas bike, rê li ber pêşveçûn û geşbûna zimanê kurdî veke. Di daxuyaniyê de wiha hatiye berdewamkirin: "Ev ji aliyê bingehîn ve bi xelkê kurd ve girêdayî ye. An ku xelkê kurd di serî de divê bi xwe li zimanê xwe xwedî derkeve, li dijî hemû astengî û zordestiyan zimanê xwe, bi israr, di nav hemû xelekên jiyanê de bi kar bîne. Yek ji çeperên xurt yên li dijî dewletên kolonyalîst û asîmîlasyonîst jî parastina makzimanî ye. Lewma xelkê kurd divê li dijî van dewletên asîmîlasyonîst, têkoşîna ji çeperê ziman sist neke, zimanê xwe "de facto" di hemû dem û dezgehên fermî de bi kar bîne, li ser sîstemê ferz bike. KNK bangî xelkê xwe dike ku vê cejna pîroz, Cejna Zimanê Kurdî, hêjayî têkoşîna salan û bedelên giran pîroz bike."
Bernameya KNK’ê ya Cejna Zimanê Kurdî
Li seranserî Kurdistanê û meydanên dîasporayê, kurd dê li gorî şert û îmkanên xwe pîroz bikin û di nav aktîvîteyan de bin. Planê pîrozbahiya "Cejna Zimanê Kurdî" ya ji aliyê KNK’ê ve jî bi vî rengî hatiye tesbît kirin:
- 14’ê Gulanê: Destpêka pîrozbahiya "Cejna Zimanê Kurdî" ye. Li ser zimanê kurdî dê axaftin û şahî bêne kirin.
- 15’ê Gulanê: Roja weşana kovara Hawarê ye. Hawarê ji bo parastin û jiyandina ziman û kultura kurdî kedeke mezin daye. Ji ber vê yêkê, ji bo bîranîna kovara Hawarê dê rola wê ya di warê parastin û jiyandina ziman û kultura kurdî de bê vegotin û pîroz kirin.
- 16’ê Gulanê: Ji bo girîngiya perwerdeya bi zimanê kurdî dê kombûn, semîner û konferans bêne kirin. Her wiha ji bo xatirê hemû şehîdên Kurdistanê, ku ji bo parastina ziman, kultur û hunera kurdî, neteweyê kurd û Kurdistanê canê xwe yê pîroz feda kirine, di roja dawiyê ya "Cejna Zimanê Kurdi" da, dê hemû şehîdên Kurdistanê bêne bîranîn. Bi vê armancê xelkê kurd dê bi gul û kulîlkan biçine ser av, çem û robarên Kurdistanê û wan qevdên gul û kulîlkan biavêjine nav av, çem û robarên Kurdistanê û rêzê li giyanê pak ê şehîdan bigirin.
BRUKSEL





