Kon-Kurd
KON-KURD
Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropa
Piştî 1984'ê, herwekî li Kurdistanê di nav Kurdên li Ewropa de jî hişyariya bidestxistin û parastina mafên xwe yên rewa û demokratîk belav bû. Bi saya vê pêngava fikrî, Kurdan li gelek navendên Ewropa, lez dan pêvajoya sazkirina dezgehên çandeyî û werzişî.
Di salên 1990'î de, bi taybetî êrîşên dewleta Tirkiyê yên li Bakûrê Kurdistanê yên bi armanca qedandina gelê Kurd, bi hezaran kuştinên failê wan nediyar, valakirina zêdeyî 3500 gundî û koçkirina gundiyan ya ber bi metropolan ve, Kurd mecbûr kirin ku ref bi ref ji welatê xwe birevin. Bi taybetî piştî ku Bizava Azadiya Neteweya Kurdistanê di herêmê de bû xwedî bandor û hêzek gelî, her saziyek Kurd ya li Ewropa wergeriya saziyek neteweyî.
Piştî van pêşveçûnên bi lezgînî, li tevahiya Ewropayê Kurdan dest bi sazkirin û xebata bi hezaran komeleyan kirin. Di demên ku şerê li welêt giha asteyên bilind de, ev komele bûn ciyên girîng yên lihevcivîn û hevdîtinan.
Komeleyên Kurdan yên li Ewropa gihan hev û li Almanya YEK-KOM, li Fransa FEYKA-Kurdistan, li Hollanda FED-KOM, li Swîsre FEKAR Kurdistan, li Danîmarka FEY-KURD, li Swêd KONSEYA-KURD, li Belçîka FEK-BEL, li Awustralya FEY-KOM û li Îngilîstanê bi navê FED-BIR federasyon saz kirin. Bi damezirandina federasyonan re, pêwistî bi dezgehek bilindtir çêbû û bi kongreya 1'ê Cotmeha sala 1993'an Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewropa, KON-KURD hate avakirin.
KON-KURD, îro bi 11 federasyonên ku di bin sîwana wan de 180 komele hene, konfederasyonek mezin e.
KON-KURD di demeke ku hewl dide erkên xwe yên civakî-siyasî ku bi rayên dîrokî ve girê dide bîne cîh, xwe ne tenê wekî serrêxistina federasyonan ku karên federasyonan koordîne bike dibîne. KON-KURD di heman demê de saziyeke çalake ku berpirsiyartiya bizavên li ser navê xwe li dar dixe. Bi erkên birêvebirina federasyonan re, wezîfeyek din ku bi kêmayî bi qasî erka yekem dibîne, bûyina hêzek siyasî li Ewropa ji bo çil milyon gelê Kurd e.
KON-KURD, xebatên xwe li ser hîmên enternasyonalîst, bi netewe û gelên din re di nav têkiliyên dostane de dimeşîne. Hemû qadên xebata KON-KURD'ê bi têgihîna enternasyonalîst tên kifşkirin.
Navenda dezgeha KON-KURD'ê li Belçîka ye û li gorî zagonên Belçîkî ew karê xwe dimeşîne. Lê belê kanûnên ku li ser hemû zagonên neteweyî ne û ji bo wan bingehin, peyman û xalên ku di daxuyannameya mafê mirovan ya gerdûnî de hatine diyarkirin in. Pergala KON-KURD'ê jî di serî de ev zagonên navneteweyî ne û ji bo ku ev xalên maf û azadiyê ji bo gelê Kurdistanê jî derbas bibin, her cûre çalakiyên girseyî yên demokratîk û rewa dê li dar bixe.
Têkiliyên KON-KURD'ê yên bi federasyonên endam re, li gor rêznameya KON-KURD'ê û van saziyan tên meşandin. Heger pirsgirêkên ku di rêznameyê de nehatine bersivdan derkevin holê, qanûnên welatê ku lê pirsgirêk derketine yên derbarê zagona komeleyan de rawacdar in û tên pejirandin.
ARMANCÊN KON-KURD
Mebest û armancên KON-KURD’ê yên ji bo gelê Kurd, di rêznameya Konfederasyonê de, di bin benda diduyan de bi sernavê ”Armanc” hatine diyarkirin.
Xebatkirina ji bo bidestxistin, parastin û pêşxistina mafên Kurdên li Ewropa yên civakî, siyasî, çandî di çarçoweya zagonên neteweyî û navneteweyî de. Ev xebat dê li gorî danezana mafê mirovan ya gerdûnî, bi awayekî demokratîk bête meşandin.
Xebatkirina ji bo parastina berjewendiyên civaka Kurd û sazkirina dezgehên ku civaka Kurd pêş ve bibin. Kar û xebatên ji bo yekgirtina çand, civak û aboriya hemû Kurdên ku li Ewropa dijîn. Ev xebat bêyî ku ziyanê bidin ti civakên din û li gorî zagonên Ewropa dê bên birêvebirin.
Pêkanîna lêkolînên di derbarê ziman, dîrok û çanda Kurd de. Ji bo van mijaran lidarxistina çalakiyên mîna civîn, semîner, panel, qurs h.w.d…
Li Ewropayê, di çarçoweya pirçandî de, ji aliyekê ve xebatên ji bo parastina nasname û çanda Kurd, ji aliyê din ve jî danîn û pêşvebirina têkiliyên dostane di navbera civaka Kurd û civak û saziyên biyanî yên Ewrûpî û xerîb de, ku li Ewropayê dimînin.
Pêkanîna lêkolînên zanistî ji bo kifşkirina pirsgirêk û pêdiviyên civaka Kurd li Ewropayê. Kirina xebatan bi armanca çareserkirina van pirsgirêkan.
KON-KURD, di bicihanîna armancên xwe de, dostanî û hevkariya sazî û dezgehên Kurd yên ku ne endamên konfederasyonê ne bingeh digre, bi wan re proje û çalakiyan li dar dixe. KON-KURD, desteka xwe ya daringî û arisî pêşkêşî projeyên ku li gor armancên rêznameya wê ne, lê belê li jiderveyî wê tên meşandin dike.
Konfederasyon ji bo ku pêşketinên Ewropa û xebatên xwe bigihîne raya giştî weşanên wekî belavok, afîş û broşuran çap dike.





