Kurdî English Deutsche Français Türkçe

Kon Kurd

Konfederasyona Komelên Kurd Li Ewropa

Destûr


  DESTÛRA KONFEDERASYONA KOMELÊN KURD LI EWRÛPA- KON-KURD  


§ 1. NAV Û NAVEND

§ 2. ARMANC

2.1 Di çarçoveya kanûnên netewî û navnetewî de û li gorî xalên beyannameya mafê mirovan, ji bo ku civaka Kurd ya li Ewrûpa dijî mafên xweyî civakî, aborî, siyasî û çandî bidest bixe û biparêze, xebatên demokratîk û destûrî, pêktîne.

2.2 Di nav rêxistin û saziyên Ewrûpî de û li gorî wan, berjewendiyên civaka Kurd yên civakî, aborî, çandî û kanûnî diparêze û sazîyên ku van berjewendiyan biparêzin ava dike, ji pêsxistina saziyên heyî re alîkarî dike û yekîtiya çandî, civakî û aborî ya hemû Kurdên li Ewrûpa pêktîne.

2.3 Pêkanîna lêkolînan li ser ziman, dîrok û çanda Kurd û bi vê mebestê lidarxistina semînerên perwerdeyî, konferans, panel, kurs û h.w.d.

2.4 Di civaka pir çandî ya Ewrûpa de, ji alîkî ve hewldide, ku Kurd çanda xwe biparêzin û ji aliyê din ve jî, bi gelên din re di nava civaka Ewrûpî ya hevbes de têkiliyên dostanî pêktîne, diparêze û pêsve dibe.

2.5 Ji bo ku pirsgirêkên civaka Kurd li Ewrûpa derxe holê, lêkolînên zanyarî pêktîne; li gorî encamên van lêkolînan bi saziyên mijara gotinê re, ji bo çareseriyê dikeve nava hewldanan.

2.6 KON-KURD di xebatên pêkanîna armancên xwe de, bi sazî û rêxistinên din, ku ne endamên Konfederasyona me re ne jî, dikeve nava têkilîyan, bi wan re proje û çalakiyan li dar dixe. Her weha projeyên ku li derveyî wê jî li dar dikevin, bi sertê ku li gorî destûra wê bin, bi hemû sêweyan pistgirî dike.

2.7 Konfederasyona me, ji bo ku xebatên xwe û pêsketinên li Ewrûpa ragihînê raya gistî belavok, afîs, buroşur û h.w.d. derdixe û belav dike.

 

§ 3. ENDAMETIYA KONFEDERASYONÊ

3.1 Hemû federasyonên Kurdistanî û sazîyên ku hê ne girêdayiyê tu konfederasyona ne, bi biryara ku li gorî destûra xwe di kongreya xwe de girtine, dikarin bibine endamê Konfederasyona me.

3.2 Serlêdanên ji bo berendametiyê bi nivîskî ji Rêveberiya Giştî re têne sandin. Heger sert li gorî destûrê bin, berendametiya saziya mijara gotinê, ji aliyê Rêveberiya Gistî ve tê pejirandin. Saziya berendam di kongrê de xwedî mafê axaftin û pêşniyazan e, lê heta ku endametî bi temamî neyê pejirandin ne xwedî dengdanê ye. Saziya berendam beriya endametiya bi temamî jî, xwedî maf e ku di kar û barê Konfederasyonê de bi awayekî çalak tevbigere û berpirsyarî werbigre.

3.3 Her saziya ku endametiya wê hate pejirandin, pistî biryara pejirandinê divê herî dereng di nava sê (3) mehan de destûra xwe li gorî xalên bingehîn yên destûra KON-KURD ê sererast bike.

3.4 Saziya ku endametiya wê neyê pejirandin, dikare bi awayekî nivîskî nerazîbûna xwe pêskêsî civîna gistî ya Konfederasyonê bike. Heta ku hefteyek ji Civîna Gistî re bimîne jî, mafê serlêdana nerazîbûnê heye. Nerazîbûn heger pistî banga kongrê derkeve holê jî, divê bikeve rojeva kongrê.

§ 4. MAF Û BERPIRSYARIYÊN ENDAMAN

4.1 Hemû saziyên endam, li gorî hejmara ku jê re hatiye diyarkirin tevlî kongrê dibe û dîsa li gorî vê hejmarê xwediyê dengan e. Ev hejmar ji aliyê kongrê ve tê diyarkirin. Her federasyon, dê çend rêvebirên xwe bisîne kongrê ew li gorî destûr, kongre û biryarên rêveberiya xwe, bixwe diyar dike. Di diyarkirinê de, rêbazên hilbijartinê bingeh têne girtin.

4.2 Saziya endam divê bi awayekî sîstematîk endametiya xwe bide Konfederasyonê. Diraviya endametiyê di kongra Konfederasyonê de tê diyarkirin. Pereyên endametiyê ji bilî xebatên kar û barê Konfederasyonê, nabe ku bi armanceke din bêne bikaranîn.

4.3 Hemû sazî xwedî maf in, ku berpirsa/ê xwe ya di Rêveberiya Gistî ya Konfederasyonê de pasve vekisînê û yek nû hilbijêre. Divê berpirsa/ê mijara gotinê çawa hatibe hilbijartin bi wî rengî jî pasve bê vekisandin.

4.4 Saziyên endam;

a) endametiya xwe sîstematîkî didine Konfederasyonê û tevlî kongra Konfederasyonê dibin;

b) biryarên ku Konfederasyon wergirtiye pêk tînin, pistgiriyê didine çalakiyên Konfederasyonê;

c) ji bo ku armancên Konfederasyonê pêk werin xebatê dikin;

d) xwedî maf in, ku di derbarê hemû xebatên Konfederasyonê de agahdarbin û her weha jî, berpirsin ku di derbarê kar û xebatên xwe de Konfederasyonê agahdar bikin.

§ 5. BI DAWÎBÛNA ENDAMETIYÊ

Di rewsên li jêr têne xuyakirin de, endametiya saziyê bi dawî tê. A, heger hebûna destûrî ya saziyê ji holê rabe, B, heger saziya endam di kongreya xwe de biryara: " derketina ji endametiya konfederasyonê" bigre.

§ 6. JI ENDAMETIYÊ AVÊTIN

6.1 Heger saziyeke endam li dijî destûra Konfederasyonê tevbigere, yan jî bikeve nava tevgera ku zerarê bide xebatên armancên pêkanîna xala 2. min, bi "daxwaza ji endametiyê derxistin" dikare endametiya wê bête guftûgo kirin. Guftûgo, yan bi biryara Rêveberiya Gistî yan jî bi biryara piraniya dengên Komîsyona Dîsîplînê dest pê dike.

6.2 Endametiya saziya endam, bi besdariya hemû endamên Rêveberiya Gistî ya Konfederasyonê û bi biryara ji ¾ dengan dikare bête cemidandin.

6.3 Mafê biryara saziyekê ji endametiyê derxistin, ya kongra Konfederasyonê ye. Ev biryara ji endametiyê derxistin, pistî cemidandina endametiyê di kongrê de tê dayin.

§ 7. ORGANÊN KONFEDERASYONÊ

Konfederasyon ji;
a) Civîna Gistî (Kongre)
b) Rêveberiya Gistî
c) Desteya Çavdêr
d) Desteya Dîsîplînê pêk tê.

§ 8. CIVÎNA GIŞTÎ (KONGRE)

8.1 Civîna Gistî, organa herî bilind ya Konfederasyonê ye. Ji delegeyên saziyên endam, Rêveberiya Gistî, Desteya Dîsîplîn û Desteya Çavdêr pêk tê.

8.2. Civîna Gistî ya awarte, salê carekê li ser banga Rêveberiya Gistî pêk tê. Civîna Gistî bi besdariya piraniya endamên diyarkirî dikare dest pê bike. Civîn, ji hêla Dîwanê ve, ku ji serokek û du (2) endaman pêk tê, tête birêvebirin. Kongre, rojeva ku Rêveberiya Gistî pêsniyaz dike guftûgo dike, guherankariyên pêwîst pêk tîne û bi dengdanê dipejirîne. Li ser banga Rêveberiya Giştî yan jî li ser daxwaza ji ¼ saziyên endam, kongra awarte dikare li hev bicive.

8.3 Civîna Gistî, raporên xebat û aboriyê, yên ku Rêveberiya Gistî ya Konfederasyonê pêskês dike dinirxîne. Pistî ku rapora Desteya Çavdêr jî tê xwendin û guftûgo kirin, raporên Rêveberiya Gistî ji bo rûspîkirinê dikevine dengdanê. Civîna Gistî, perspektîfên hemû xebatên ku li gorî destûrê ne diyar dike, plansazî û çavdêriya van xebatan dike; organên Konfederasyonê yên hundurî û komîsyonên pêwîst diafirîne û hildibijêre; rêbaz û têkiliyên bi gistî yên birêvebirina Konfederasyonê diyar dike.

8.4 Rêveberiya Gistî, herî dereng 4 hefteyan berî roja Civîna Gistî, rojeva pêşniyaz ji endaman re disîne û bi awayekî nivîskî banga tevlîbûna Civîna Gistî dike. Banga civînê, ji bo guherandina destûrê divê herî dereng berî 6 hefteyan bête kirin. Di vê rewsê de, xalên ku guherandina wan tê pêsniyaz kirin, divê hem bi rengê xwe yê berê û hem jî bi rengê ku tê pêsniyaz kirin, bi nameya banga civînê re bête sandin.

8.5 Hemû tistên ku di Civîna Gistî de têne gotin, divê bêne nivîsandin û bikevine nav pelgeyên civînê. 2 kesên ku dê vî karî bikin, ji aliyê Dîwanê ve têne hilbijartin. Di dawîya civînê de divê ev pelge, ji aliyê nivîsar û ji aliyê serokê dîwanê ve bêne îmze kirin.

8.6 Civîna Giştî (Kongre):
a) Xwedî biryara diyarkirina diraviya endametiyê, ji endametiyê derxistin, guherankariyên destûrî û biryarên di derbarê hilwesandina Konfederasyonê de, bi ji ¾ dengan e,

b) Plansaziya kar û barên Konfederasyonê, pejirandina endametiyê, rûspîkirina rapora xebatê û ya aboriyê, pêkanîna komîsyonên pêwîst û hilbijartinên Desteya Çavdêr û Dîsîplînê bi piranîya dengan pêk tîne.

c) Heger di destûrê de bi awayekî taybetî ne hatibê diyar kirin, yan jî, ji alî endaman ve "hilbijartina vesatî"ne hatibe xwestin, hilbijartin bi dengdana vekirî têne kirin. Ji bilî rewsên taybetî ku di destûrê de hatibin destnîsan kirin, sêweyê dengdana di derbarê mijarên taybetî de ji aliyê Civîna Gistî ve, tê diyar kirin.

§ 9. RÊVEBERIYA GIŞTÎ

9.1 Rêveberiya Gistî, ji bo ku xebatên diyarkirî li gorî destûrê pêk werin û biryarên di Civîna Gistî de hatine standin bikevine jiyanê, di navbera herdu civînên gistî de xwedî mezintirîn berpirsyariyê ye. Ji bo salekê, ji aliyê Civîna Gistî ve bi dengdana vesartî û hejmartina vekirî tête hilbijartin.

9.2 A) Rêveberiya Gistî ya Konfederasyonê:

- Ji 5 kesên ku di kongra Konfederasyonê de têne hilbijartin;
- 3 kesên ji rêveberiya Federasyona Komeleyên Kurd li Almanya ( YEK-KOM ) ê, serok û 2 endamên rêveberiyê;
- Serokê Federasyona Komeleyên Kurd li Fransayê (FEYKA KURDISTAN) û
endamek ji rêveberiya heman federasyonê, bi gistî 2 kes û ji serokên federasyonên din yên endam pêk tê.
- Serokên rêveberiyên Federasyonan rasterast û endamên din, bi hilbijartinên ku di nava rêveberiyên federasyonan de pêk tên, têne diyarkirin.

B) Civîna Gistî, biryara mezinbûna Rêveberiya Gistî dide. Heger di vê mijarê de tu biryarên taybetî ji aliyê Civîna Gistî ve nehatibin wergirtin, Rêveberiya Gistî ji 15 endamên eslî û 2 endamên cîgir pêk tê.

9.3 Rêveberiya Gistî, pistî Civîna Gistî, herî dereng di nava 2 hefteyan de civîna xwe lidardixe û ji xwe re serokek, 2 cîgirên serok, 2 muhasib û endamên komîsyonan diyar dike. Divê Rêveberiya Gistî herî kêm 4 caran li hev bicivê. Bi daxwaza ji 1/3 endamên Rêveberiya Gistî, yan jî bi biryara Desteya Rêvebir her demê dikare li hev bicive.

9.4 Heta ku biryareke li dij nebe, li hember Civîna Gistî û kanûnan, Rêveberiya Gistî ya Konfederasyonê ji hemû kar û baran di asta herî bilind de berpirsyare.

DESTEYA RÊVEBIR

9.5 Desteya Rêvebir, ji seroka/ê Rêveberiya Gistî, cîgireke serok, yek muhasib û ji 2 endamên Rêveberiya Gistî, bi kêmasî ji 5 kesan pêk tê. Rêveberiya Gistî xwedî biryara diyarkirina mezinahîya Desteya Rêvebir e. 2 cîgirên serok û yek ji muhasiban, bi awayekî nîv demî, bi guherandin tevlî civînên Desteya Rêvebir dibin.

9.6 Desteya Rêvebir li ser navê Rêveberiya Gistî û pêve girêdayî ji;

a) pêkanîna xebatên ku bi plansazî û biryarên Rêveberiya Gistî ve hatine diyarkirin;
b) pêkanîna koordînasyon û têkiliyên di navbera saziyên endam de;
c) bi rojane berhevkirina agahdariyên di derbarê kar û bar de û belavkirina van agahiyan;
d) pêkanîn û berdewamiya kar û barên burokratîk, têkiliyên derve, belavkirina weşan û daxuyaniyên çapemeniyê berpirsyar e.

9.7 Rêveberiya Gistî berpirsê siyasî û hiqûqî, yên xebatên Desteya Rêvebir e.

9.8 Desteya Rêvebir ji mehê carekê dicive. Di rewşên awarte de ji aliyê Serok yan jî bi daxwaza 1/3 ji endaman yekser li hev dicive.

ABORIYA KONFEDERASYONÊ Û DESTEYA ABORIYÊ

9.9 Berpirsyariya peydekirina çavkaniyên aborî û dîsa bikaranîna van çavkaniyan, li gorî naveroka armancên destûra Konfederasyonê û destûr û kanûnên welatên ku em lê dijîn, ya Desteya Aborî ya Konfederasyonê ye ku ji Seroka/ê Rêveberiya Gistî û ji 2 muhasiban pêk tê.

9.10 Muhasibên Konfederasyonê, rojane, ji arsîvkirina hatin û çûna aborî û amadekirina raporên demî raste rast berpirsiyar in. Di demên pêwîst de, bi biryara Desteya Rêvebir, karmendên bi pere dikarin bêne xebitandin.

9.11 Desteya Aborîyê, berî civînên Rêveberiya Gistî, herî dereng bi 10 rojan û berî civînên Desteya Rêvebir jî bi 4 rojan divê raporên aborî amade bikê.

9.12 Ji kêmasiyên siyasî û hiqûqî ku di aboriya Konfederasyonê de derkeve holê, berpirsiyarî:
a) ji kêmasiyên siyasî yên Desteya Aborî, Rêveberiya Gistî;
b) ji kêmasiyên hiqûqî yên Desteya Aborî jî, Desteya Aborî bixwe berpirsiyar e.

9.13 Çavkaniyên bingehîn yên aborî, yên Konfederasyonê; diraviyên endametiyê, alîkariyên ji fonan tên û hatinên ji çalakiyan e (aktîvîte).

9.14 Sala aborî ya Konfederasyonê, sala salnameyî ye.

§ 10. DESTEYA ÇAVDÊR

10.1 Di Civîna Giştî ya Konfederasyonê de bi kêmanî ji 3 kesan Desteya Çavdêr tê hilbijartin. Dema pêwîst be, Civîna Gistî dikare hejmara Desteya Çavdêr zêde bikê.

10.2 Desteya Çavdêr rasterast li hember Civîna Gistî ya Konfederasyonê berpirsyar e. Dema xebata Desteya Çavdêr, navbera herdû Civînên Gistî ye. Desteya Çavdêr, çavdêriya xwe ya di derbarê rewsa aborî ya Rêveberiya Gistî de, bi raporekê pêskêsî Civîna Gistî dike. Ev rapor di Civîna Gistî de tê xwendin û sirovekirin, lê nakevê dengdanê.

10.3 Desteya Çavdêr di salekê de bi kêmasî 2 caran civîna xwe pêk tîne. Hemû hatin û çûnên aborî bi awayekî fermî rapor dike; îddîayên ciddî yên di derbarê aborîyê de lêdikole. Encamên lêkolîn û çavdêriyan dixe rapor û ji Rêveberiyên Gistî yên saziyên endam û ji organên hundurîn yên Konfederasyonê re disînê.

10.4 Divê Rêveberiya Gistî hemû agahdarî û belgeyên ku ji Desteya Çavdêr re pêwîstin, bidê.

10.5 Di rewseke ku rapora Desteya Çavdêriyê û Desteya Aboriyê lihevnekin de, sêwazên çareseriyê ji aliyê Civîna Gistî ve têne diyar kirin.

 

§ 11. DESTEYA DÎSÎPLÎNÊ

11.1 Civîna Gistî ya Konfederasyonê, Desteya Dîsîplînê hildibijêre ku ji 5 kesan pêk tê û di navbera herdû Civînên Gistî de xebata xwe didomîne. Desteya Dîsîplînê organeke rasterast girêdayî Civîna Gistî ye. Desteya Dîsîplînê, bi raporeke nivîskî, di derbarê dema xebatê de besdarî Civînên Gistî yên awarte dibe. Rapora Desteya Dîsîplînê tê xwendin û guftûgokirin, lê nakevê dengdanê.

11.2 Desteya Dîsîplînê, îddîayên ku dibêjin saziyên endam li dijî destûra Konfederasyonê tevdigerin lêdikole. Dikare di derbarê saziyên endam de, bi însiyatîfa xwe yan jî bi besdariya ji 1/3 endamên Rêveberiya Gistî, yan jî li ser daxwaza 3 saziyên endam dikare lêpirsîna dîsîplînî bide destpêkirin. Encamên lêpirsînê bi rapora nivîskî ji Rêveberiya Gistî ya Konfederasyonê û ji saziya mijara gotinê re yan jî ji organeke bin re tê sandin.

11.3 Saziya mijara gotinê, ku dijayetiya wê ya destûrê bi rapora Desteya Dîsîplîne hatiye eskere kirin, bi kêmanî di nava mehekê de ji bo ku guherandinan li gorî destûrê sererast bike, tê hisyarkirn. Di dawiya vê demê de Desteya Dîsîplînê, ji nû ve destûra saziya mijara gotinê ji ber çav derbas dike. Heger kêmasî nehatibine sererast kirin, Desteya Rêvebir ji bo çareseriyê bi rojeveke nû civînê lidardixe. Heger li jî çareserî pêkneyê, hemû têkiliyên saziya mijara gotinê bi biryara ¾ ji endamên Rêveberiya Giştî têne birîn û endametî heta Civîna Gistî ya dahatû, tê cemidandin.

§ 12. DESTEYÊN ŞÊWIRMENDIYÊ

12.1 Ji bo ku Rêveberiya Gistî û Desteya Rêvebertiyê yên Konfederasyonê xebatên xwe di asteke zanyarî de pêk bînin, yan jî ji bo bidestxistina agahdariyên pêwîst; ji bo pêkanîna projeyên civakî, çandî û aborî; ji bo ku pêsniyazên perspektîfên xebata ses mehî biafirîne; Desteyên sêwirmendiyê pêk tînin.

12.2 Rêveberiya Gistî xwedî biryara hemû cûrên sererast kirin û firehiya berpirsyariyên Desteyên sêwirmendiyê ye.

§ 13. NÛNERAYETÎ

13.1 Rêveberiya Gistî ya Konfederasyonê, li ser pêwîstîyê, li welatek, yan jî eyaletekê dikare nûneratiyan (buro) veke. Herweha xwedî mafe, ku nûnereke/î ji wezîfê bigre û di cihê wê/wî de nûnerek nû hilbijêre.

13.2 Xebatên nûnerayetiyan rasterast bi Desteya Rêveberiya Konfederasyonê ve girêdayiye.

13.3 Nûnerayetî ne xwedî maf in, di derbarê mijarên ku ji aliyê Rêveberiya Gistî û Desteya Rêvebir ve agahdarî nehatibe dayin de biryaran bigrin. Bêyî erêkirina Desteya Rêvebir nikarin biryarê ku Konfederasyonê eleqedar dikin bigrin.

13.4 Ji hemû sererast kirin û guhertinên di derbarê nûnerayetiyan de, Rêveberiya Gistî xwedî biryare.

§ 14. HILWEŞANDINA KONFEDERASYONÊ

14.1 Biryara hilwesandina Konfederasyonê, di Civîna Gistî de, ji temamiya hejmara endaman bi biryara ji 2/3 endaman, bi dengdan tê girtin. Ji bo ku mijara hilwesandina Konfederasyonê bikevê rojeva Civîna Gistî, divê daxwazname ji saziyên endam ji 1/3, bi awayekê nivîskî hatibe nivîsandin û îmzekirin û beriya Civîna Gistî bi 2 mehan ji Rêveberiya Gistî re hatibê sandin.

14.2 Pistî hilwesandina Konfederasyonê hebûna aborî didin HEYVA SOR A KURDISTAN ê ; heger di dema hilweşandinê de ev sazî nebe, hemû hebûnên Konfederasyonê bi biryara Civîna Gistî ji saziyeke Kurdîstanî re tê diyarî kirin.

14.3 Kar û barên hilwesandinê ji aliyê Komîteya hilwesandinê ku ji 5 kesên ji aliyê Civîna Gistî ve hatine hilbijartin, tê birêvebirin.

§ 15. BIRYARÊN DAWÎ

1. Konfederasyon xebatên xwe bê pere û bê berdêl dike û dikeve kategoriya "komeleyên ku bi armanca xizmeta raya gistî kardikin". Lewra li gorî destûr û kanûnên komeleyên bi vî rengî ji dayina bacê muafin, ne mecbûr in bacê bidin.

2. Ji bo mijarên ku di vê destûrê de nîn in Kanûnên Belçîka derbas dibin.

3. Di xebatên ku ji aliyê saziyên endam, li gorî destûrên wan ve têne mesandin de qanûnên welatê ku lêne derbas dibin.

§ 16. XALÊN DEMBORÎ

 1- Kongreya me, ji bo ku guhertinên kanûnî li gorî armancên destûrê bêne kirin Rêveberiya Gistî kiriye xwedî biryar.

 

 

 

 

 

1.1 Navê Konfederasyonê: KONFEDERASYONA KOMELÊN KURD LI EWRÛPA ye; kurtenav jî KON-KURD’e.

1.2 Navenda Konfederasyonê li Bruksel’ê ye. Li gorî destûr û kanûnên Belçîka tevdigere. Qada xebata wê Ewrûpa ye.