Bername
BERNAME YA KONFEDERASYONA KOMELÊN KURD LI EWRÛPA KON-KURD
BERNAME YA KONFEDERASYONA KOMELÊN KURD LI EWRÛPA KON-KURD
Bîrxistinên kin li ser dîroka Kurd û Kurdistanê
Komara Tirkiye û Kurd
Kurd li Ewrûpa
Rêgezên Kon-Kurd´ê yên bingehîn
Armancên Kon-Kurd ê
Bastûra (Struktura) Kon-Kurd ê û rêbazên karkirinê
BI BÎRXISTINÊN KIN LI SER DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ
Kurd yek ji gelên herî kevnare yên Mezopotamya ye. Bi kêmayî ji Împaratoriya Medya û vir ve gelê Kurd, cîhekî girîng di dîroka ?aristaniyê de girtiye. ?aristaniya ku li ser riyên bazirganiyê yên girîng hatiye avakirin, bi êrî?ên Helen, Rom Bîzans, Ereb, Pers û pa?iyê jî Osmanî re rû bi rû maye. Kurdan li hemberî van êrî?an bêwestan ji bo parastina serxwebûn û azadiyê li ber xwe dane; tevî hemû ferman û komkujiyên xwîndar jî, kevne?opiya berxwedanê, mîna yek ji nirxên herî girîng yê çand û toreya xwe dîtine û bi berhemên xwe yên gelî re ew dane jiyandinê.
Gelê Kurdistanê bi sedan sal ?êweyê rêxistinî yê civaka komunal, ku girêdana endaman ji nêzîkahiya xwînê pêk tê domand. Ev dirûvê rêxistinî ku mirov dikare wekî civakî-aborî binav bike, bi taybetî ji êl û e?îran pêk dihat û bingeha xwe ji koçertiyê digirt. Ji ber van taybetîyên civakî ye ku Kurdan, ji dêla dewletek yekgirtî ku ji navendekê tê birêvebirin, mîrîtiyên piçûk sazkirine. Berxwedanên van mîrîtiyan li hember êrî?ên dijwar yên biyaniyan lawaz mane û ew nikarîne li ser piyan bimînin.
Beriya Îslamiyetê ola Kurdan Zerde?tî bû. Pi?tî êrî?ên Ereban û belavbûna misilmantiyê, Kurdan dev ji Zerde?tiyê, ku yek ji olên herî qedîm ya Rojhilata Navîn e berdan û Îslamiyetê hilbijartin. Êrî?ên ser Rojava ya Xiristiyanan yên bi navê Seferên Xaçperestan li ser Rojhilata Navîn, ku bi mebesta bidestxistina riyên bazirganiyê dihatin kirin, bi teko?în û berxwedanên mîrîtiyên Kurdan û bi saya fermandarên Kurd yên wekî Selhedînê Eyyûbî hatin rawestandin. Berxwedana Kurdan di vê demê de rê li ber dagiriya Rojhilata Navîn girtiye.
Di sala 1514'an de ?erekî di navbera Împaratoriyên Osmanî û Îranî de dest pê kir. Tenha sedema vî ?erî ew bû, ku kolonyalîstekî nû ji Kurdistanê re bê diyar kirin. Îran di vî ?erî de têk çû û Kurdistan tev ket bin desthilatdariya Osmanî. Di vê rew?ê de Kurdan demekê mafê otonomî hebû û sîstema xwe bi xwe birêve dibirin. Di demên pêwist de Kurdan bac û le?ker didan Împaratoriya Osmanî û bi vî awayî Kurd, demek dirêj di bin desthilatdariya vê împaratoriyê de man.
Bi peymana Qesrî ?îrîn ya 1639'an, Kurdistan carek din di navbera van her du împaratoriyan de hate parvekirin. Bi vê peymanê re dîroka gelê Kurd ya parvekirî, ku heya roja me didome dest pê kir. Tevahiya ?erên ku pi?tî vê dirokê di navbera van herdu dagirkeran de rûdane, li ser xaka Kurdistanê bûne û ji ber vê sedemê, kîjan alî di van ?eran de biserketibe, yê binketî her gelê Kurd bûye. Herdû dewletan jî, ji bo ku bikaribin serhildanên Kurdan têk bibin, bastûra (struktura) civakî-aborî ku li ser hîmên êli ava bûye destek kirine û têkiliyên hilberiyê yên pa?mayî tevî pergalên civakî yên e?îrî parastine. Yên ku bi ?ûr hatine, ji bo berdewamiya têkiliyên hilberiya raborî, hewl dane da ku çavkaniyên pê?vebirina ?aristaniya Kurdan biçikînin; hêzên hilberînê wêran kirine û çavkaniyên pê?vebirinê, yên ku hebûne jî xitimandine.
Di qirna 19'an de ku kapîtalîzm ber bi navnetewebûnê ve bi pê? diket, hewldanên ji bo guherandina nex?eya cîhanê jî zêde dibûn. Hinekî jî bi bandora bizav û tevgerên azadiya neteweyî, Împaratoriya Osmanî ber bi hilwe?îne ve rûbirû mabû. Herêma ku împaratorî bi Rojhilat û Asya ve girêdida Kurdistan bû û ji ber vê yekê jî Kurdistan qada herî stratejîk ya împaratoriyê bû. Ji bo cihê xwe yê stratejîk, hebûna Kurdan bala dewletên wê heyamê yên bi hêz diki?and ser xwe. Bi taybetî jî, projeyên Riya Hesinî ya Berlîn-Bexdayê ku diviyabû di Kurdistanê re derbas bibe, ev proje welat kir egera bihevketinên dijwar di navbera dewletên Osmanî, Îngilîzî, Fransî, Almanî û Rûsî de.
Statuya mêtingeha navneteweyî ya Kurdistana îroj, pi?tî gengê?î û peymana 18-26'ê Nîsana 1920'an di Konferansa San Remo de dest pê kir. Partiya "Îttîhat û Terakkî" ku nijadkujiya Ermeniyan bi rêxistin kiribû û peyikandibû, Împaratoriya Osmanî xist nav ?erê Cîhanê yê Yekemîn. Pi?tî ku Împaratoriya Osmanî, ya ku di vî ?erî de ciyê xwe li gel Almanya digirt têk çû, derfet kete destê mirovahiyê ku tevahiya neynokên vê dewleta dagirker hilki?îne.
Yek ji rêgezên sereke yê sosyalizmê ku li Ewrupa pê? diket û li Rûsya bûbû desthilatdar "rêgeza mafê diyarkirina çarenûsa neteweyan ya xwe bi xwe" bû. Sermayedariya li rojava ku ji hi?yariya gelên rojhilat nerihet bû û dixwest wan di bin rêvebiriya xwe de bigre jî, xwedî li vê rêgezê derket. (Di prensîbên Wilson de ku bi Serokkomarê DYA Wilson hatiye binavkirin û ji 14 bendan pêk tê, heman rêgez cîh digre.) Belê Peymana Sewrê ya di 10'ê Tebaxa 1920'an de, ku bû îlana belavbûna Împaratoriya Osmanî di demek wiha dîrokî de pêk hate.
Li gorî lihevhatina Sewrê, li ser axa Împaratoriya Osmanî biryara damezirandina dewleteke Kurdistanê (û Ermenistanê) hebû. Bendên vê peymanê yên 62, 63 û 64'an destnî?an dikin, bê di çi rew?ê de û çawa Kurdistaneke serbixwe dê bê damezirandin. Benda 62'an Kurdistanê weha dide nasîn: "Devera di navbera rojhilatê Firadê, ba?ûrê Ermenîstan, Tirkiyê û Sûrî, yên ku tixûbên wan dê di pê?erojê de bên diyar kirin, herêmên ku Kurd tê de bi piranî ne". Di destpêkê de di bin ewlekariya hikûmetên Îngilîztan, Fransa û Îtalya de dê mîna herêmek xweser bimîne. "Di maweya vê salê de gelê Kurd, ango gelê vê herêmê heger bi piranî daxwaz bike ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat, baweriya xwe pê bîne ku kapasîteya vî gelî, ya damezirandina serxwebûnê heye û damezirandinê qewêtî bike, Tirkiyê ewletî dide ku ji bo vê damezirandinê dest ji tevahiya mafên xwe berde," (Bend: 64). Dawiya vê be?a peymanê wiha ye: "Heger pi?tî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên li wilayeta Musulê, ku be?ek ji Kurdistanê ye, daxwaz bikin ku tevî Kurdistanê bibin, ti îtîrazên hêzên hevalbend dê nebin."
Heman dewletên ku bi van gotinan damezirandina Kurdistanê dipejirandin, pa?î dev ji gel?ên navxweyi berdan û ji bo ku Yekîtiya Komarên Sovyeta Sosyalîst dorpêç bikin, berevajî bicihanîna bendên peymanê, destek dan damezirandina Komara Tirkiyê û gelê Kurd feda kirin. Bi peymana bi Komara Tirkiyê re, ya 24'ê Tirmeha 1923'an li Lozanê, hîmê dewleta neteweyî ya yekpare hate danîn.
Peymana Lozanê, tevî hin lihevhatinên dewleta Tirkiyê yên din, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûrî, Îraq û Îranê de hate dabe?kirin. Di her be?î de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talankirin û pi?avtina Tirk, Ereb û Farisan.
Li hember hewqas zehmetiyan jî, Kurdan ti carî dev ji teko?îna serxwebûn û azadiyê bernedan û hewl dan, ku di her keysê de serbixwe bibin. Di 22'ê Çileya 1946'an de, Kurdên li Kurdistana di bin destê Îrane de, di bin serokatiya Qazî Mihemmed de, Komara Kurd ya Mehabadê saz kirin. Mixabin vê carê jî gelê Kurd bû goriyê berjewendiyên navneteweyî û bê destek ma. Komara Kurd pi?tî damezirandina xwe bi salekê, bi tevkujiyan re rûbirû ma û ji holê hate rakirin.
Herweha di nav tixûbên Tirkiyê de, pi?tî damezirandina Komara Tirkiyê, Kurdan 28 caran serî hildan e: Ev hejmara serhildanan, ji alî Serokkomarê Tirkiyê yê berê S. Demirel bi xwe ve hatiye e?kere kirin.
Di destpêka damezirandina Komara Tirkiyê de, M. Kemal di hevpeyvîneke bi rojnamevanan re (16'ê Çile 1923) vê daxuyaniyê dide: "Pirsgirêka Kurd dê qet nebe kelem li hember berjewendiyên me Tirkan. Ji ber ku wekî hûn jî pê dizanin, kesên Kurd bi awayekî wisa bicîbûne, ku ew li hin deveran bi piranî ne. Lê heger em bixwazin pirhijmariya wan kêm bikin û tixûbekî bixin navbera me û wan de, wê demê em tirkîtiyê û Tirkiyê mehf dikin. Divê em wê demê tixûb bik?înin heya bi Erziromê, Erzincanê, Sêwazê, Xerpûtê. Heta divê em êlên Kurd yên li çola Konya jî berbiçav bigrin. Ji ber van egeran, li ?ûna fikrekî kurdîtî, ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hin xudmuxtariyên herêmî dê bên sazkirin. Wê demê, gelê kîjan bajarî Kurd be, ewê xweser xwe bi rê ve bibe. Ji bilî vê, dema qala gelê Tirkiyê bête kirin, divê ew jî (Kurd jî) di nav de bêne derbirîn. Gava neyên derbirîn, divê em li bendê bin ku ewê pirsgirêkan derbixin. Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û pê?eroja xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev ti?tekî hevpar e. Ne di cî de ye, ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike…"
(Ar?îva Damezraweya Dîroka Tirkiyê, hejmara belgê: 1089.)
Ev belge, ji bo çi armancê dibe bila bibe, dide nî?andan ku sazûmankarên dewleta Tirkiyê yên destpêka salên damezirandina Komarê, di derbarê pirsgirêka Kurd de xwedî nêzîkbûnek zelal bûn.
Yek: Divê ti tixûb neyên ki?andin, ango dabe?în nebe.
Dudo: Kurd, li bajaren ku tê de bi piranî ne, dê bi xudmuxtarî xwe bi rê ve bibin.
Sisê: Dema ku qala gelê Tirkiyê bê kirin, Kurd jî dê bên derbirîn.
Çar: Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê, dê ji nûnerên rêvebir yên Kurd û Tirk pêk bê.
Pênc: Van herdu gelan, berjewendî û pê?eroja xwe kirine yek.
?e?: Dema ku Kurd di nav gelê Tirkiyê de neyên derbirîn, dibe ku nerazibûnên Kurdan herdem rû bidin.
Ev daxuyandinên ku ji aliye sazûmankarê dewletê ve hatine dayin, ne hewqas kevn in. Lê belê ji bo jiyaneke hevpar, ji Kurdan jî hin hêvî hatine kirin. Ji Kurdan dihat xwestin ku li hemberî hêzên Rojava yên ku axa Enedol-Mezopotamya dagir kiribûn ?er bikin.
Kurdan, axa Enedol-Mezopotamya, wekî ni?timanê xwe didîtin û li hemberî dagirkerên vê xakê, ji bo rûmeta mirovahiyê neyê binpêkirin, berxwedanên mezin pêk anîn. Gelê Kurd, soza ku dabû gelê ku wek bira didît, bi dana qelen anî cî. Lê mixabin, pi?tî dagirkeriya Rojava hate têkbirin, dewleta Tirkiyê xwedî li sozên xwe derneket. Dev ji ?irîkatiya bi Kurdan re berda, dewlet bi armanca qelandina Kurdan, dest bi komkujiyan kir.
Dîroka Komara Tirkiyê, bi awayekî din, dîroka qirkirina Kurdan e.
Sedema ku me bi vê kurtedîrokê dest pê kir ev e: Rastiya gelê Kurd û Kurdistanê, ku tê daxwazkirin da ji dîrokê bête rakirin, ne çîrokeke mitolojîke, ku "sê-çar dabe?keran" li hev anîne, lê belê rastiyeke berbiçav ya rabirdû û îro ye. Ev rastiya ku ?emaran (înkarê) napejirîne, ji nav pelgeyên dîroka ?emarokan (înkarvanan) difûre.
Bê çawa gelê Kurd heya vêga ji bo azadiya nasnama xwe ya neteweyî li ber xwe dabe, ji îro ?ûnve jî bêguman dê berxwedana xwe bêrawestan bidomîne. Pejirandina nasnameya Kurdan û tevlîbûna gelê Kurd ya nav gelên cîhanê mîna gelekî serbilind, dê bibe serkeftinek ji bo a?tiya cîhanê û peytandina hebûna gelê Kurd.
KON-KURD, konfederasyoneke ku ji bo avêtina gavên rewa yên a?tiyeke hewqas bi nirx û rûmet, hatiye damezirandin.
Kurd bi sed salan mecbûrî jiyana diyasporayê bûne. Welatê Kurdan bûye meydana ?erên mêtinkaran, ew hatiye talan û parvekirin. Hemû daxwazên gelê Kurdistanê yên azadîxwaz, bi qirkirin û fermanan hatine bersivandin. Ji ber van sedemên jorîn, berya koçkirina karkeran bi demek dirêj, Kurd li Ewrûpa bûne mêvan. Beriya dused salî mîrên Kurdan, zarokên xwe di?iyandin Ewrûpa ji bo xwendinê. Di heman demê de gelek zane û rew?enbîrên Kurd, ku mecbûr mabûn ji welatê xwe birevin, xwe li Ewrûpa girtin. Ev koçberên ku bi taybetî rew?enbîr yan jî xwendekar bûn, wekî be?ek bijarte ji gelê Kurd dihatin hesibandin. Hevnasîna Ewrûpa ya bi gelê Kurd re ya esasî, dawiya salên 1960'î bi koçkirina karkeran dest pê dike.
Pi?tî ?erê Parvekirinê (Cihanê) yê Duyem, Ewrûpaya ku ji serî ta binî rûxiyabû, xwedî derfetên mezin bû ku cardin aboriya sermayedar bide jiyandin. Ewrûpa ji aliyê amrazên hilberiyê ve dewlemend bû û sermaya wê têra vê pê?kêtinê dikir. Lê belê ji ber ku gelheya ciwan di ?er de jiyana xwe ji dest dabû, kêmasî di hêza karkeran de peyda bûbû. Pirsgirêka burjuvaziyê ya bingehîn, nebûna karkerên erzan bû. Ev pirsgirêk, bi awayekî wisa hate çareserkirin, ku (veguhastina karkeran) vî ?êweyê "çareseriyê" muhra xwe li bingeha gelek kê?eyên civakî yê van çil salên dawî xist.
Tevahiya welatên Ewrûpî, ketin nav bazara karkerên erzan. Fransa, Swîsre, Belçîka, Almanya Federal, Hollenda, Swêd…ango bi kurtasî tevahiya aboriyên sermayedar yên ku îro xurtin, wê demê bi refan karkerên erzan birin welatên xwe. Mirov dikare asoyên berfirehiya veguhastina karkeran, ya pi?tî sala 1954'an bi hin hejmaran zelaltir bibîne.
|
Welat
|
Sal
|
Hejmara Xerîban
|
Hejmara Xerîban
Li gor gelheya welêt % |
|
Frensa
|
1954
|
1.766.100
|
4,9
|
|
1965
|
2.683.490
|
5,48
|
|
|
1974
|
4.128.312
|
7,70
|
|
|
Swisre
|
1950
|
285.446
|
6,5
|
|
1965
|
810.243
|
13,47
|
|
|
1974
|
1.064.526
|
16,52
|
|
|
Belçika
|
1954
|
379.528
|
4,26
|
|
1965
|
636.749
|
6,70
|
|
|
1972
|
775.185
|
7,49
|
|
|
Almanya Rojava
|
1955
|
484.819
|
9,92
|
|
1968
|
2.318.100
|
3,96
|
|
|
1974
|
4.127.400
|
6,65
|
|
|
Hollanda
|
1956
|
106.480
|
0,98
|
|
1964
|
134.792
|
1,12
|
|
|
1973
|
282.361
|
2,11
|
|
|
Swêd
|
1954
|
111.111
|
1,54
|
|
1968
|
320.580
|
4,04
|
|
|
1974
|
401.158
|
4,91
|
|
Dewletên ku xwedî karker bûn, bi dewletên pê?ketî re peymanên veguhastina karkeran girêdan. Bi vê rew?ê re, bazirganiya koleyan ya mizedar (bazirganiya mirovan) ku xisûsiyeteke civaka sermayedar ya nûjen e, gihî?t astên navneteweyî. Wek mînak bi "Peymana Pevguherîna Karkerên Tirk-Elman" (Cotmeh-1961) ku di navbera Komara Tirkiyê û Almanya Federal de hate îmzekirin, pêlek mezin ya karkeran ber bi Ewrupayê ve ket rê.
Siyasetên koçê, ne tenê ji bo pêdiviyên aborî hatin holê, ew herweha carcaran di çareseriya pirsgirêkên navxweyî de jî, wekî navgîn hatin bikaranin. Mînaka herî zelal di vir de Tirkiye ye. Tirkiye, ji bo ku pê?iya tevgera neteweyî ya Kurd bigre, koçberî herdem wekî çekek bi kar aniye. Ev xal pa?ê dê bi mînakek vekirî bê peyitandin.
Serhildan û teko?înên Kurdan di dîroka Komarê de ji aliyê Tirkiyê ve bi komkujî, koçberî û sergomkirinan hatine bersivdan. Wekî bi sedan sal di dîroka nêz de jî, carcaran bi zagonên e?kere mîna bicîhkirinên mecbûrî (zorunlu îskan) û carcaran jî bi siyasetên bi dizî yên mîna avakirina bendan, gelê Kurd herdem ji welatê xwe hatiye dûrxistin. Ji ber van sedeman, koçberî ji bo Kurdan ne gotineke xerîb e.
?êwirmendekî girîng yê siyaseta koçberiya Komara Tirkiyê, Arin Engîn e. Engîn pê?niyazên koçberiyê pê?kê?î dewletê kirine û dewletê jî ev pê?niyaz xistine jiyanê. Xalek cuda di navbera pê?niyazên Arin Engîn û siyasetên bicîhkirinên mecbûrî (yên navxweyî) yên berê de heye. Di bingeha siyaseta nû de koçberkirina Kurdan ya Ewrûpa cîh digre. Ango, Arin Engîn pê?niyaz dike ku gelê Kurd bi hêncet û bahaneyên mîna xizanî û erdhejan, koçî Ewrûpa bê kirin. Wek mînak, Engîn di derbarê erdheja Varto de, ku zêdeyî hezar kesî jiyana xwe lê ji dest da, vê pê?niyazê dike: "Kurd, Tirkên Sumer-Etî ne. Em wan ji hev belav bikin, em wan bi taybetî bi?înin Almanya. Li rojhilat em Tirkan bi cîh bikin. Vêga, pa?î erdhejê dem tam dema vê yekê ye… Kurdîtî wê ji holê bê rakirin. Kurd, Tirk in. Sumeran û Etiyan, ji vir koçî ti deveran nekirin… Nijada Kurdan û zimanê kurdî ne di dîrokê de, ne jî di fîlolojiyê de nîne… Em û yên ku wek Kurd tên binavkirin tevî Erebên Îraqê (ev hem bi toreyên xwe hem jî bi antropolojiya xwe ji erebên din cuda ne) Tirkên Sumer-Etî ne…Vêga pi?tî erdhejê dem dema ji hev belavkirina Kurdan e."
Wekî ku tê zanîn ev pê?niyaz ji aliyê dewletê ve hatin pêkanîn û wan mîna rêbazên taze yên asîmîlasyonê, di nav siyaseta dewletê de cîh girtin.
Di sala 1961'ê de peymanek dualî di navbera Komara Tirkiyê û Almanya de hate navî?kirin. Peyman li ser pêdivî û daxwaza Almanya ya karkeran derket holê. Koçberiya Kurdan ya zêde ber bi Almanya ve, pi?tî vê lihevhatinê dest pê kir. Ev koçberiyên ku ji bo maweyek kin hatibûn destpêkirin, pa?ê wergeriyan mayindeyên timî. Pi?tî salên 70'î Kurdan êdî malbat û zarokên xwe jî birin Almanya. Bi destpêkirina zarokan ya xwendin û kar, ev malbat yekcar li Almanya man."
Ne gengaz e mirov bi derfetên îro, hejmara Kurdan ya rastîn ji nav koçberên ku ji Tirkiyê tên bide. Ev zehmetî ne tenê ji bo ku Kurd nexwedan pasaportên neteweya xwe ne, lê herweha ji bo ku di serjimêriyên li welatê xwe ne wek Kurd tên nivîsandin derdikevin holê. Lê belê dîse jî bi saya hin zanyariyên civaknasî û hejmaran, mirov dikare hejmarek ku nêzîkî rastiyê ye diyar bike. Mîna, dema ku mirov li hejmarên koçberiyê dinêre, mirov dikare li navgînên hijmartinê yên herêma ku karker jê hatinî binêre ka li wan herêman hejmara Kurdan/Tirkan çiqas e h.w.d… Heger sergoma Kurdan ya ber bi Ewrûpa ve jî em daxil bikin, wê demê mirov bi hêsanî dikare bêje ku ji sisêyan yek karkerên ku ji Tirkiyê hatine Ewrûpayê Kurd in.Li gorî vî hesabî ji bo ku li Almanya nêzîkî 2.100 000 kesên bi pasaporta Komara Tirkiyê hene, mirov dikare bêje ku hejmara Kurdan li vir, li derdora 600-700 hezarî ye.
Zanyariyên mîsogerî di derbarê civak, çand, siyaset û bastûra demografîk ya Kurdên Ewrûpa de pir girîng in. KON-KURD xebatên xwe yên ji bo bidestxistina van zanyariyan dane destpêkirin.
RÊGEZÊN KON-KURD'Ê YÊN BINGEHÎN
KON-KURD'ê bernameya xwe li ser vê bîreweriya dîrokî-neteweyî, bi armanca parastina mafê Kurdên ku li Ewrûpa dijîn ava kiriye. Saziyek qanûnî û demokratîk e, ku hebûna xwe li ser van bingehan sazkiriye û di çarçoveya zagonên dewleta Belçîkî de tê birêvebirin.
KON-KURD, ku nûnertiya demokratîk ya netewekî dike, di serî de nijadperestî û dijminatiya zayend, bi tundî li hember her cure veqetandin û cûdakirinê radiweste.
Saziya KON-KURD'ê yasayên Daxuyannameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan û tevahiya zagonên navneteweyî ku veqetandinên nijad, zayend, ol, rêol, ziman û çandan qedexe dikin, wekî rêbazên xebata xwe dipejirîne.´
KON-KURD, di xebatên xwe yên di nav Kurdên li derveyî welat de, li hemberî siyaset û têgihînên veqetandinê yên sergirtî mîna "integration" û leitkultur derdikeve.
Li hember siyasetên entegrasyonê ku cureyek ji helandin û asîmîlasyona nûjen e, pê?niyaz û daxwaza KON-KURD'ê nimûneya pirçandî (multîkultur) ye. KON-KURD vê modelê wek tenha riya xizmeta gelan dibîne û ji bo Kurdên ku li derveyî welat dijîn vê daxwaz dike.
Wateya "pirçandî", ku ji bo koçberên barkirine Ewrûpa tê pê?niyaz kirin çiye? Koçber li ser axa ku dijîn, di hemû qadan de gelek nirxên daringî û ari?î (maddî û manewî) diafirînin. Ev tê wê wateyê ku pêwist e "mafê her kesekî hebe ku derfetên heyî yên e?kere û ve?artî ku dewlemendiyên civakî ne û bi kedê hatine afirandin, bê ?ert û merc bikaribe bikarbîne". Herweha pêwiste ku cûdahî û zehmetiyên koçberan yên di warê zimên û perwerdeyê de berbiçav bêne girtin û ev derfet ji bo rakirina van zehmetiyan wek navgînek arîkar bête bikaranîn. Yan na, ew siyaseta ku "mafên wekhev" bide "xelkên newekhev" ji nav çarçoveya siyaseta cûdaxwaz dernakeve.
Her civak, herçend nexwediyê civakek "biyanî" be jî, pirçandî ye (multikulturell e). Wek mînak, mirov nikare li Almanya qala yek çandê bike ku tevahiya parêzgeh û eyaletan temsîl dike. Ji ber ku ji bilî hin xisûsiyet û rabûn û rûni?tinên kapîtalîzmê, ti wekheviyên di warê çand û toreyê de nîn in.
Di vê rew?ê de, KON-KURD di têkiliyên xwe yên bi dewletên Ewrûpa re li gorî xalên jêr dê tev bigere û pê?niyazan bike:
1- Ji bo ku hilberîna bêsînor ya ku ajoya wê berjewendiye bête pêkanîn, di radeyeke ku welatên rojava çavkaniyên dewlemendiyê yên tevaya cîhanê dikin malê xwe de, gelên cîhanê di nava xizanî û tenêbûnê de dixeniqin. Di vî çaxê ku ?ertên newekhev bêpîvanin de, koça ji gundan ber bi bajaran dibe bûyerek asayî. Di serî de Almanya, tevahiya welatên Ewrûpayî ku bûne xwedanê aboriyek dewlemend û gihî?tine ge?darî û xwe?iya civakî, deyndarê vê talana koçberiyê ne. Ev rew? ne tenê li gorî hejmarên aborî û demografîk, herweha li gorî pîvanên etnîk jî, tixûban nasnake û ev welat xistine welatên koçberan. Girîng e, ev rastiya ku pi?tî pê?veçûna kapîtalîzma Ewrûpa derket hole, ji aliyê huqûqa neteweyî û navneteweyî ve jî bê pejirandin û tomarkirin. Civakên koçberiyê û koça ber bi welatên sermayedar yên pê?ketî ve, ji aliyê dewletên ku koçber jê direvin ve, ji ber sedemên aborî, civakî û çandî dibe "nefes stendinek" û bi qest pê?î li koçê nayê girtin.
2- Divê Zagonên Biyaniyan -ku ji aliyê dewletên ku koçber lê henin ve hatine danîn- bêne rakirin. Pêwist e pîvanên kedê wekî hîmên bingehîn bêne girtin û li gorî vê li tevahiya Ewrûpa, mafê koçberan ya dengdan û hilbijartinê bête naskirin. Di van welatan de girîng e, herkesê ku keda wan di hilberiya dewlemendiyên daringî û ari?î de heye, herweha divê di parvekirina (birêveberiya) van dewlemendiyan de jî ew bibin xwedî gotin.
3- Daxwaza KON-KURD'ê ya ji bo nêzîkbûna koçberan bi gi?tî ev e: "Di tevahiya nêzîkbûnên ji bo çareserkirina pirsgrêkên koçberan de, divê bêyî ku li hemwelatîbûna mirovan bê mêzekirin mafê wan yê pê?niyazan werê pejirandin". KON-KURD, nasnameya "mirovahiyê" ku tê de mafê mirovan yê gerdûnî, destnedana rûmeta mirovan û pîroziya mafê jiyanê wekî hîmên bingehînin, ji nasnameya zagonî ya "hemwelatiyê" girîngtir dibîne û bilindtir digre.Ji mafan sûd wergirtin, pêwist e bi "xwecihanan" re wekhev be û ne girêdayî hemwelatîbûnê be.
4- KON-KURD, gotinên "ji bo koçberan xwe?bînî" û "civaka xwe?bîn" ku mîna têgihînên mirovane têne pê?kê?kirin wekî ji hev veqetandinê dibîne û red dike. Li ?ûna "xwe?bînî" têgihîna "pejirandin" diparêze (ne tolerans lê akzeptant) û vê wekî çareseriya pirsgirêkan dibîne.
Bi kurtasî xalên ku KON-KURD li tevahiya Ewrûpa diparêzê û ji xwe re erk dibîne ev in:
- Destûr nede ku bi ti awayan rûmeta mirovan bê pelçiqandin.
- Rêzgirtina li mafê mirovan
- Xwepê?xistina her çandê tevî jiyana bi çandên din re
- Ji bo ku koçber di afirandina nirxên daringî û ari?î de bi wekhevî cî digrin, pêwist e mafê wan yê birêvebirina civakê jî bên dayin.
- Hewldanên ji bo afirandina pê?veçûnên demokratîk.
1- KON-KURD ji bo pêkanîna van erkan, bi saziyên civakî, siyasî, çandî, yên xwedî heman têgihîna azad û demokratîk re, di çarçoveya sînorên li welatê lê de, pêwendiyan dideyne, ?ertên bi hev re karkirinê diafirîne û bi kar tîne.
2- KON-KURD, rêxistineke Kurd e. Gelê Kurd jî bi gelheya xwe ya zêdeyî 40 milyonî, hîna ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û platformên din yên navneteweyî ve nehatiye naskirin. Neteweya Kurd, nexwedan mafên neteweyî û navneteweyî ye, bi gelê cîhanê yên din re ne wekhev e û ne xwedan statuyeke bi rûmet e.
3- Ziman û çanda Kurd nayê naskirin û hewldanên ji holê rakirina neteweya Kurd berdewam in. KON-KURD di bernameya xwe de cîhekî taybetî dide hewldanên ji bo ku hebûna neteweya Kurd bibe platformên navneteweyî û bide pejirandin. KON-KURD, herweha ji bo parastin û pê?xistina nasnameya neteweyî xebat dike.
4- Pirsgirêkên Kurdan ne tenê pirsgrêkên koçberiyê yên welatê ku lê bi cî bûne ne. Tengasiyên herî mezin, zehmetiyên ku ji ber bênasnameyiyê derdikevin holê ne. Wek mînak herkesê ku ji Komara Tirkiyê tê, wekî xwediyê pasaporta Tirkiyê û hemwelatiyê Tirkiyê tê dîtin û tevgerîn. Ji ber ku Kurd ne xwedanê nasnameya xwe ne, ew nikarin ji mafên navneteweyî yên mîna ziman, çand û her wekî din sûd werbigrin. Li gelek welatên Ewrûpî Kurd mîna hemwelatiyên Komara Tirkiyê têne dîtin û mafê wan yê pê?xistina zimanê zikmakî tuneye. Di vê rew?ê de, teko?îna demokratîk ya ji bo rakirina vê neheqiyê û xebata ji bo naskirina nasnameya neteweya Kurd, ne tenê karê her Kurdekî ye, lê herweha erkê her mirovê bi rûmet e.
Bi kurtasî KON-KURD, di bernameya xwe de hem cî dide teko?îna çareserkirina pirsgirêkên Kurdan yên ku ji ber sedemên koçberiyê derdikevin holê, hem jî, ji bo naskirina nasnameya neteweya Kurd, li hember ?emara dagirkeran têdiko?e.
Mebest û armancên KON-KURD'ê yên ji bo gelê Kurd, di rêznameya Konfederasyonê de, di bin benda diduyan de bi sernavê "Armanc" hatine diyarkirin.
1. Xebatkirina ji bo bidestxistin, parastin û pê?xistina mafên Kurdên li Ewrûpa yên civakî, siyasî, çandî di çarçoweya zagonên neteweyî û navneteweyî de. Ev xebat dê li gorî beyannameya mafê mirovan ya gerdûnî, bi awayekî demokratîk bête me?andin.
2. Xebatkirina ji bo parastina berjewendiyên civaka Kurd û sazkirina dezgehên ku civaka Kurd pê? ve bibin. Kar û xebatên ji bo yekgirtina çand, civak û aboriya hemû Kurdên ku li Ewrûpa dijîn. Ev xebat bêyî ku ziyanê bidin ti civakên din û li gorî zagonên Ewrûpa dê bên birêvebirin.
3. Pêkanîna lêkolînên di derbarê ziman, dîrok û çanda Kurd de. Ji bo van mijaran lidarxistina çalakiyên mîna civîn, semîner, panel, qurs h.w.d…
4. Li Ewrûpayê, di çarçoweya pirçandî de, ji aliyekê ve xebatên ji bo parastina nasname û çanda Kurd, ji aliyê din ve jî danîn û pê?vebirina têkiliyên dostane di navbera civaka Kurd û civak û saziyên biyanî yên Ewrûpî û xerîb de, ku li Ewrûpayê dimînin.
5. Pêkanîna lêkolînên zanistî ji bo kif?kirina pirsgirêk û pêdiviyên civaka Kurd li Ewrûpayê. Kirina xebatan bi armanca çareserkirina van pirsgirêkan.
6. KON-KURD, di bicihanîna armancên xwe de, dostanî û hevkariya sazî û dezgehên Kurd yên ku ne endamên konfederasyonê ne bingeh digre, bi wan re proje û çalakiyan li dar dixe. KON-KURD, desteka xwe ya daringî û ari?î pê?kê?î projeyên ku li gor armancên rêznameya wê ne, lê belê li jiderveyî wê tên me?andin dike.
7. Konfederasyon ji bo ku pê?ketinên Ewrûpa û xebatên xwe bigihîne raya gi?tî we?anên wekî belavok, afî? û bro?uran çap dike.
KON-KURD DENGÊ HESRET Û DAXWAZA A?TÎ Û DEMOKRASIYÊ YA GELÊN CÎHANÊ YE
Daxwazên ku ev bi sedan sal in didomin yên azadî û yekîtiya neteweyekî ku ji aliyê dagirkeran ve hatiye parçekirin, di bingeha armanc û mebestên saziya KON-KURD'ê de cî digrin. KON-KURD heman daxwaza ku ji gelê Kurd re dike, ji tevahiya gelan re dixwaze.
Di demekê de ku li gelek deverên cîhanê ?erên herêmî didomin û hin ji van ?eran tevahiya cîhanê dixin nav xeteran de, bingeha siyaseta KON-KURD'ê dijîtiya ?er e. ?er, ne daxwaza gelan e. Her gava zorane ya ji bo berdewamiya serwerî û serdestiyê ku li hemberî berjewendiyên netewanin, herweha li hemberî têgihîna KON-KURD'ê ya azadî- û a?tîxwaz e.
KON-KURD, ji bo tevahiya gelên Kurdistanê, Komara Demokratîk ya ku têgihîna wê demokrasiya pirane ya a?tîxwaz, wekhev û tevde ye, destek dike. Pê?niyaza Komara Demokratîk ku têgihîna pergalek hemdem ya siyasî û civakî ye, ji bo gelên herêmê projeya jiyanê ye. Hîmê vê pê?nûmayê bi têgihîna sosyalîzma zanistî re hatiye vestrandin. Pê?niyaza Komara Demokratîk li hemberî serweriya dîkta, ya ku hêza xwe ji le?keriyê digre, tenha ?êweyê jiyana gelên ku bi vîn û daxwaza xwe li welatek hevpar hatine cem hev û dijîn e.
Bingeha erkên dewleta Komara Demokratîk parastina rûmeta mirovan e. Hin xalên din yên bingehîn ji bo Komara Demokratîk azadiya raman, bilêvkirina raman (propaganda) û serbestiya birêxistinbûnê ne. Komara Demokratîk ku astayek serkeftinê ya mirovahiya hemdemîn e, di serî de fa?îzm, nijadperestî, neheqiyên cinsî û ?ovenîzm, li hember her cûre bizav, siyaset, bîr û baweriyên ku dubendî û gelaciyê dixin nav gelan û wan berdidin hev de disekine. Komara Demokratîk herweha fermana xenaqê (îdamê), wek tawanek li hemberî mirovahiyê dibîne û red dike.
Komara Demokratîk, derfetan dide ji bo parastin û pê?xistina çand, ziman û nasnameya gelan. Bi vî awayî Komara Demokratîk hevpariya dewlemendiya çandê ye.
Di Komara Demokratîk de, ked xwedanê girambariyek mezin e. Pergala siyasî û civakî di Komara Demokratîk de, bi kedê tê diyarkirin û cîh dide hemû çînên ku debara wan ne li ser pi?ta çînên din e, ango ewên ku araste nadin ku bi mîrata xwe serdestiya xwe li ser çînên din îlan bikin. Tevahiya çînan bi hev re, di rêvebiriya Komara Demokratîk de xwedî biryar in.
KON-KURD, rêxistineke girseyî ya a?tîxwaz û demokratîk e. Ew bi taybetî di nav tixûbên Komara Tirkiyê de, bi gi?tî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn, Komara Demokratîk diparêze.
BASTÛRA (STRUKTURA) KON-KURD'Ê Û RÊBAZÊN KARKIRINÊ
Pi?tî 1984'ê, herwekî li Kurdistanê di nav Kurdên li Ewrûpa de jî hi?yariya bidestxistin û parastina mafên xwe yên rewa û demokratîk belav bû. Bi saya vê pêngava fikrî, Kurdan li gelek navendên Ewrûpa, lez dan pêvajoya sazkirina dezgehên çandeyî û werzi?î.
Di salên 1990'î de, bi taybetî êrî?ên dewleta Tirkiyê yên li Bakûrê Kurdistanê yên bi armanca qedandina gelê Kurd, bi hezaran ku?tinên failê wan nediyar, valakirina zêdeyî 3500 gundî û koçkirina gundiyan ya ber bi metropolan ve, Kurd mecbûr kirin ku ref bi ref ji welatê xwe birevin. Bi taybetî pi?tî ku Bizava Azadiya Neteweya Kurdistanê di herêmê de bû xwedî bandor û hêzek gelî, her saziyek Kurd ya li Ewrûpa wergeriya saziyek neteweyî.
Pi?tî van pê?veçûnên bi lezgînî, li tevahiya Ewrûpayê Kurdan dest bi sazkirin û xebata bi hezaran komeleyan kirin. Di demên ku ?erê li welêt giha asteyên bilind de, ev komele bûn ciyên girîng yên lihevcivîn û hevdîtinan.
Komeleyên Kurdan yên li Ewrûpa gihan hev û li Almanya YEK-KOM, li Fransa FEYKA-Kurdistan, li Hollanda FED-KOM, li Swîsre FEKAR Kurdistan, li Danîmarka FEY-KURD, li Swêd KONSEYA-KURD, li Belçîka FEK-BEL, li Awustralya FEY-KOM û li Îngilîstanê bi navê FED-BIR federasyon saz kirin. Bi damezirandina federasyonan re, pêwistî bi dezgehek bilindtir çêbû û bi kongreya 01'ê Cotmeha sala 1993'an Konfederasyona Komeleyên Kurd li Ewrûpa, KON-KURD hate avakirin.
KON-KURD, îro bi 9 federasyonên ku di bin sîwana wan de 180 komele hene, konfederasyonek mezin e.
KON-KURD di demeke ku hewl dide erkên xwe yên civakî-siyasî ku bi rayên dîrokî ve girê dide bîne cîh, xwe ne tenê wekî serrêxistina federasyonan ku karên federasyonan koordîne bike dibîne. KON-KURD di heman demê de saziyeke çalake ku berpirsiyartiya bizavên li ser navê xwe li dar dixe. Bi erkên birêvebirina federasyonan re, wezîfeyek din ku bi kêmayî bi qasî erka yekem dibîne, bûyina hêzek siyasî li Ewrûpa ji bo çil milyon gelê Kurd e.
KON-KURD, xebatên xwe li ser hîmên enternasyonalîst, bi netewe û gelên din re di nav têkiliyên dostane de dime?îne. Hemû qadên xebata KON-KURD'ê bi têgihîna enternasyonalîst tên kif?kirin.
Navenda dezgeha KON-KURD'ê li Belçîka ye û li gorî zagonên Belçîkî ew karê xwe dime?îne. Lê belê kanûnên ku li ser hemû zagonên neteweyî ne û ji bo wan bingehin, peyman û xalên ku di daxuyannameya mafê mirovan ya gerdûnî de hatine diyarkirin in. Pergala KON-KURD'ê jî di serî de ev zagonên navneteweyî ne û ji bo ku ev xalên maf û azadiyê ji bo gelê Kurdistanê jî derbas bibin, her cûre çalakiyên girseyî yên demokratîk û rewa dê li dar bixe.
Têkiliyên KON-KURD'ê yên bi federasyonên endam re, li gor rêznameya KON-KURD'ê û van saziyan tên me?andin. Heger pirsgirêkên ku di rêznameyê de nehatine bersivdan derkevin holê, qanûnên welatê ku lê pirsgirêk derketine yên derbarê zagona komeleyan de rawacdar in û tên pejirandin.
[1] Ji bo çavkaniya vî be?ê ku aîdî Arin Engîn e û tevî bernameya YEK-KOM'ê hatiye kirin: Uranus. Atatürkçülük Kültür Yay. Istanbul, 1971.
[2] Herçend hejmarên li jêr piçek kevin bin jî, ji bo tarîfkirina mijarê girîng in.
|
Welat
|
Hejmara tevahî
|
Hejmara Karkera
|
|
Almanya
|
1.613.000
|
638.000
|
|
Fransa
|
204.000
|
91.520
|
|
Hollenda
|
176.000
|
82.000
|
|
Awusturya
|
100.000
|
42.423
|
|
Belçîka
|
84.102
|
35.100
|
|
Swîsre
|
59.000
|
30.698
|
|
Danîmarka
|
27.000
|
11.431
|
|
Swêd
|
22.414
|
10.000
|
|
Îngïltere
|
17.000
|
5.000
|
|
Norwêç
|
4.552
|
1.500
|
Çavkaniya hejmarê: Sevimli, Îbrahim. Çîroka koçek dirêj, We+anên Belge, 1993 (Uzun Bir Göç Öyküsü Belge Yay, 1993.)
Çavkaniya nirxandinan: Ayçiçek, Î. Metin. Kapitalizmde Göç Olgusu ve Göçmenlik Sorunlari Üzerine Notlar (Têbîniyên li ser bûyera koçkirinê û pirsgirêka koçberiyê). Kovara Katilim. Hejmar 2. Cotmeh 1993. Nivîs cara duduyan di kovara KURTULU? hejmar 9. 1997 de bi navê "60'lardan ÖDP'ye Göç ve Göçm






